Skip to content
- Yên ku li ser axa xwe bindest in, ji aliyê desthilatdaran ve tenê nayin qetilkirin, herwiha her cara ku hewl didin zincîrê xwe bişkînin wek xayîn an jî terorîst têne sûcdarkirin. Bi vî awayî mirov dikare çîroka Kurdên li welatê xwe ji aliyê çar dewletan ve hatine kole kirin, bi kurtî bîne ziman. Tiştên ku di van çend mehên borî de li her çar parçeyên Kurdistanê qewimîn, kurteçîroka rewşa Kurdan a sedsala ye.
- Yên ku 10 sal berê li Roboskî gundiyên Kurd ên li ser axa xwe bazirganiyê dikirin qetil kirin, îro li Zaxoyê bombe dibarînin li ser zarokan. Hikûmeta Tirkiyê ku duh gotibû terorîst ketine nava qaçaxçiyan, vê carê jî bi hinceta “terorîst sivîlan kuştine” dixwaze xwe biparêze. Bi vî awayî dewleta Tirk dide nîşan ku Kurd weke sivîl qebûl nake û yên serwerîya dewleta Tirk nas nake, kuştinê ji wan ra rewa dibîne. Ne tenê Tirkiye Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, her wiha çend meh berê di 13ê Adarê de fuzeyên Îranê Hewlêrê bombaran kirin. Armanca vê êrîşê çavtirsandina Başûrê Kurdistanê bû û Îran sedema vê êrîşê weke pêşîlêgirtina çalakiyên terorîstî yên Îsraîlê dida nîşan. Eşkere ye ku axa Kurdan bûye cihê nêçîra dagirkeran.
- Di van sê mehên dawî de belkî operasyona herî bêperwa ya deh salên dawî li Bakur tê kirin. Şêwaza rêvebirina şer helwesta têkçûyî ya dewleta Tirk eşkere dike. Dewleta Tirk demeke dirêj e bi robotên bêmirov şerê xwe didomîne. Ev yek têkçûyîna bawerîya bi leşker û gelê wan dide nîşan. Piştî şikestina li Vîetnamê DYA neçar mabû ku vê teknîka şer îcad bike. Şerê ku li Bakur bi îmkanên teknolojîk didome, ne şerê dewleta Tirk bi serê xwe ye lê belê bi erêkirina hikûmetên Îran û Iraqê didome. Herwiha êrîşên wan jî ji tercîhên Rusya û DYA’yê cuda naye nirxandin.
- Efrîn, bajarê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Sûriyeyê de ye, ev demeke dirêj e di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Di vê derê de jî faktora diyarker a dagirkeriyê ne ji hêza leşkerî ya artêşa Tirk e, lê belê ji erêkirina Rûsya û DYA’yê ye. Niha jî dewleta Tirk ji şerê Ûkraynayê sûd werdigire û hewl dide destûra operasyona li rojhilatê Firatê werbigire. Her çiqas dewleta tirk hewl dide vê operasyonê wek materyalek siyaseta navxweyî bi kar bîne jî heta niha tu dewletî erê nekirî ye. Mînaka Efrînê nîşan da ku dewletên dagirker yan jî parêzvanên wan ji bo parastina Kurdan pêbawer nînin. Di eslê xwe de Pêvajoya Astanayê ku hewl tê dayin bi piştgirîya Îran û Rûsyayê were vejandin, dijberîya Kurdan armanc dike.
- Her çiqas serokkomarê Îranê li Senendecê gotibû “Bijî Kurdistan!” hêza yekem dîsa ew bû ku piştî referandûma serxwebûnê êrîşî Hewlêrê kir. Îro jî li Rojhilatê Kurdistanê qetlîamên Kurdan bi îdaman didome. Tenê hezîrana borî 12 Kurd hatin îdamkirin.
- Ev êrîşên li parçeyên Kurdistanê bêhêvîbûn û bêçaretiya dewletên dagirkeran e, ne yên Kurdan e. Her çar dewletên dagirker her ku diçe di nav krîzên siyasî û aborî ên mezin de dixeniqîn. Li her parçeyekî Kurdistanê daxwaza Kurdan ji bo serxwebûnê zêde dibe û her wisa derfetên dîplomatîk, siyasî û leşkerî di destê tevgerên Kurdan de jî zêde dibin. Di van şert û mercan de êdî ne pêkan e ku Kurdan bi awayekî kevneşopî kole bikin. Ev rejimên ku ji ber pirsgirêkên navxweyî ber bi perçebûnê ve diçin zordarîya xwe zêde dikin u ji aliyekê ve dixwazin Kurdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî wek dijmin bi kar bînin.
- Ev tabloya siyasî nîşan dide ku divê Kurd bi siyaseteke yekîtîxwaz derkevin meydanê û bi vê siyasetê yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ji xwe re bikin hedef. Her wiha ev tabloya sîyasî, li Tirkiye, Iraq, Sûrîye û Îranê girîngiya têkoşînek dijî dagirkerîyê jî nîşan dide. Şikandina biryardariya dagirkeran dê rê li ber serkeftina têkoşîna serxwebûnê veke.
- Şertê demokrasîya li Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê, hember rabûna dagirkirina Kurdistanê ye. Heya Kurdistan negihîje statuya xwe, ev dewletan demokratîk nayên qebûl kirin. Armanca êrîşên li ser Kurd û Kurdistanê zexm kirina desthilatîya dagîrkeran e. Ji bo vê jî ne tenê gelê Kurdistanê, her wiha hemû hêz û kesên ku bi rastî demokrasî û azadîxwazin divê li dijî êrîşên dagirkeriyê rawestin.
- Însîyatîfa Amadehiya Konferansa Kurdistanê ya Navneteweyî di nav tabloyeke wiha de bi gotina xwe derdikeve pêş. Bi banga xwe diyar dike ku serxwebûna Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdistaniyan lê belê ji bo hemû zehmetkêşên li Rojhilata Navîn û cîhanê şarta yekem ya azadiyê ye.